ÎHD: Di 9 salan de herî kêm 27 hezar kes hatine desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora ÎHDyê, di nava 9 salan de midaxileyî 361 xwepêşandanan hatiye kirin, 570 çalakî hatine qedexekirin û herî kêm 27 hezar kes jî hatine desteserkirin.

Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora binpêkirinên mafên mirovan a 9 salan eşkere kir.

Navê raporê “Binpêkirinên Li ser Mafên Civîn Xwepêşandan û Meşan\Azadî û Ewlehiya Şexsî” ye.

Rapor binpêkirinên salên 2015-2024an li xwe digire.

Rapor li avahiya ÎHDyê hat eşkerekirin û serokê berê yê ÎHDyê Akin Bîrdal û nûnerên saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.

Rapor ji aliyê Serokê Şaxa Amedê ya ÎHDyê ya Ercan Yilmaz ve hat xwendin.

Yilmaz diyar kir ku heger rapora wan were lêkolînkirin dê were dîtin ku binpêkirin gihiştine asteke metirsîdar.

25 kes hatine kuştin

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di nava 9 salan de herî kêm 27 hezar û 984 kes hatine desteserkirin.

5 hezar û 677 kes hatine girtin û hêzên ewlehiyê herî kêm bi ser 18 hezar û 248 kargehan û malên welatiyan de girtiye.

Di heman demê de hat zanîn ku desteserkirin û girtinên herî zêde di navbera salên 2016-2019an de hatine kirin.

Di raporê de hatiye gotin ku di pêvajoya 9 salan de herî kêm 436 kes ji ber midaxilekirina meş, xwepêşandan û civînan birîndar bûne.

ÎHDyê di raporê de diyar kir ku ji ber negirtina tevdîrên “ewlehiyê” û midaxaleya hêzên ewlehiyê, bi giştî 25 welatiyan jiyana xwe ji dest daye.