HPGyê nasnameya gerîlayekî eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya gerîlayekî eşkere kir ku li navçeya Şaxê ya Wanê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HPGyê diyar kir ku gerîlayê bi nasnavê Zagros Cûdî 24ê Îlonê li herêma Masîroyê ya navçeya Şaxê ya Wanê di pevçûnekê de li canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, navê fermî yê Zagros Cûdî, Mehdî Uysal e û xelkê Şirnexê ye.

HPGyê li ser Zagros Cûdî wiha got:

“Hevrêyê me Zagros li nava malbateke welatparêz a Şirnexê ji dayîk bû ku yek ji navendên berxwedanê yên girîng ên Botanê ye.

Ji ber xwedîderketina malbata wî li ruhê berxwedanê û çanda Botanê, hevrêyê me Zagros jî bi rengekî dilsoz ê cewhera xwe mezin bû.”