Şivan Perwer: PDK dayîka hemû hêz û tevgerên Kurdistanê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şivan Perwer Parlamentoya Kurdistanê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Şivan Perwer li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, “PDK dayîka hemû hêz û tevgerên Kurdistanê ye.”

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Peşînê werin kirin.

Hunermend Şivan Perwer li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi sernava "Çima Hilbijartinên Kurdistanê 2024 ev qas girîng in?" li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Hunermend Şivan Perwer di peyama xwe de got:

“Di nav me de rêberek maye ku bi rastî bi dilovanî û xoşewîstiya xwe ji miletê xwe hez dike. Ew jî cenabê Serok Mesûd Barzanî ye.

70 sal in di nava vê xizmetê de hemû zehmetî, êş û azarên miletê Kurd dîtiye.

Dema behsa pirsgirêkek an zehmetiyekê dibe hêsir bi çavên wî dikevin. Dora Kurdistanê tijî dijmin in.

Kurdistan wekî ku di nava zindanekê de ye. Helbet meriv nikare her tiştî ji cenabê Kek Mesûd bipê, divê em alîkar bin. Her tişt ji bo milet e.

Rêbaza Partiya Demokrat (PDK), em dibêjin demokrat ku hilbijartin bi awayekî demokratîk in lê PDK 100 sal in xizmeta vî miletî dike.

Hûn li dîrokê temaşe bikin, Barzaniyê Nemir çi êş û zehmetî kişandine.

PDK dayîka hemû hêz û tevgerên Kurdistanê ye, me Kurdan ji wê gelek hêvî, bendewarî, moral û ruh girtine.

Mirov ti carî li beramberî ti partiyeke din siyasetê nake lê dema ku rojekê demokrasî gelekî bi pêş ket, modernîzm çêbû, Kurdistan bû dewlet, em dikarin bibêjin kîjan baştir xizmetê dike, PDK tu jî xwe bide alî, bila ew bike.

Niha pêwîstiya mirovan pê heye ku nehêlin ti carî PDK bikeve. Çavên dijmin li ser me ye, haya we hebe.”

Şivan Perwer di beşeke din a peyama xwe de anî ziman:

“Ez ne wekî Şivan û ji bo minminiyan diaxivim, bi hiş û aqil diaxivim. Kî ji bo me xizmetê dike ew biqîmet in.

YNK jî, PKK jî, partiyên olan jî, hûn kê bibêjin her kesê ku ji bo Kurdistanê xizmetê bike li ser ser û çavên me ye lê hinek tişt hene ku bingehîn in, wan ti carî nedin ber hev. Wan neyînin hemberî yên din.

Em Kurd bi başî ji hev tênagihêjin, divê em ji hev têbigihêjin. Loma hêvî dikim ku hilbijartinên 20 mehê paqij û baş derbas bibin.”

Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku 20ê Çiriya Pêşîn biçe ser sindoqan.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya vê carê dê bi hinek guherînan ji yên berê cudatir be.

Li 4 bazneyên hilbijartinan mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan heye.

Dengdana taybet dest pê kir

Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li 4 parêzgehên Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Îraqê dest pê kir.

Di dengdana taybet de mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan heye.

Rêjeya dengdana taybet ji sedî 7,4ê dengderên Herêma Kurdistanê ye.

Komîsyonê 12 baregeh li Îraqê ji bo endamên hêzên ewlehiyê yên ku erkên wan li derveyî Herêma Kurdistanê ne, vekirine.

Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hene.

Navendên dengdanê dê ji saet 07:00an heta 18:00an vekirî bimînin.

Nûçegihanê Rûdawê: 13 balyozxaneyan 276 çavdêr erkdar kirine, Neteweyên Yekbûyî 25 çavdêr, Yekîtiya Ewropayê 3 çavdêr, rêxistinên civaka sivîl 47 çavdêr û rêxistinên çavdêriya hilbijartinan jî 1604 çavdêr erkdar kirine.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine veqetandin.

Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet hene.

Li gorî 4 bazneyên hilbijartinan, herî zêde dengderên taybet li Hewlêrê ne ku 89 hezar û 791 dengder in.

Li bazneya Silêmaniyê ji milyonek û 87 hezar û 73 dengderan, 78 hezar û 661 dengdêrên taybet in ku ji sedî 7,2yê hemû dengderên Silêmaniyê ye.

Li bazneya Dihokê ji 729 hezar û 347 dengderan, 46 hezar û 556 dengderên taybet in ku ji sedî 6,3yê hemû dengderên Dihokê ye.

Li bazneya Helebceyê ji 60 hezar û 252 dengderan, 952 dengderên taybet in ku ji sedî 1,5ê tevahiya hemû dengderên Helebceyê ye.

Serfermandarê Hêza Eyloyan Rewan Îdrîs Barzanî li Hewlêrê deng da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst