Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê pêwendiyên aborî gotûbêj kirin

18-10-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê civiyan
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê civiyan
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Balyozê Japonyayê Futoshi Matsumoto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Japonyayê yê Îraqê Futoshi Matsumoto li Hewlêrê qebûl kir.

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê naveroka hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de berfirehtirkirina pêwendiyên Japonyayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de hat gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Futoshi Matsumoto tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aramiya siyasî û ewlehiyê li Îraqê were parastin da ku zemîneke guncaw ji bo vegerhênana biyanî were çêkirin.

Herwiha her du aliyan, derfet û warên ku kompanyayên Japonî dikarin li Îraq û Herêma Kurdistanê kar bikin nirxandin.

Di hevdîtinê de ji bilî van mijaran, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pişka bûdceya Herêma Kurdistanê û mafên darayî û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst