RIHA - Di navbera karmendên DEDAŞê û gundiyan de alozî derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li du gundên navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, gundiyan êrişî karmendên saziya elektrîkê kir.

Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ragihand, tîmên wan bi hinceta ku “elektrîka qaçax” tê bikaranîn li gel hêzên emnî çûne gundê Hecce û Soxmatorê yên Eyyubiyeyê.

Karmendên DEDAŞê li her du gundan bi alîkariya hêzên emnî xwestin elektrîkê li ser trafoyên elektrîkê yên li gund qut bikin û trafoyan bibin.

Lê gundiyan rê neda ku trafoyan bibin û bi keviran êrişî karmendên saziya elektrîkê kir.

Dîmenên dema aloziyê ji aliyê droneya saziya elektrîkê ve hatin tomarkirin.

Li bajarên Riha, Mêrdîn û Amedê bi taybetî bikarhênerên elektrîka çandiniyê gelek caran gundî û kompanya DEDAŞê rûbirûyê hev dibin û alozî derdikevin.