QERS - Polîsek ji ber destdirêjiya li hemberî zarokeke 15 salî hat girtin

18-10-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Destdirêjî Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersa Bakurê Kurdistanê polîsek ji ber destdirêjiya li hemberî zarokeke 15 salî hat desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, mamosteyek ku li navçeya Selîm a Qersê kar dikir, hêzên ewlehiyê agdahdar kirin ku polîsê bi navê A.M.K yê 45 salî, destdirêjî li xwendekara wî ya keç a 15 salî kiriye.

Li ser giliya wê zaroka 15 salî bixwe jî derbarê bûyerê de lêkolînên îdarî û dadî hatin destpêkirin.

Polîsê navborî piştî giliyê ji kar hat dûrxistin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat destserkirin.

Hêzên ewlehiyê A.M.K. piştî karûbarên îfadeyê bir dadgehê û ew li wê derê bi biryara dadgehê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst