Ji Deriyê Sêmalka daxuyaniya serdanên bo Başûrê Kurdistanê

18-10-2022
RÛDAW
Nîşan Sêmalka Pêşxabûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka yê ligel Başûrê Kurdistanê daxwazê li rêwiyan dike ku kopiyekî ji belgeyên xwe yên kesayetî ligel xwe bibin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji hemû wan kesan kir ku dixwazin ji Rojavayê Kurdistanê ve derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ku kopiyekê ji belgeyên xwe yên kesayetî wekî nasname, kerta niştecîbûnê û nasnameyê bi xwe re bibin.

Deriyê Sêmalka yê Rojavayê Kurdistanê ligel Deriyê Pêşabûrê yê Başûrê Kurdistanê di heftiyê de tenê 3 rojan vekiriye.

Derî tenê bo rewşên nexweşî û hevjîniyê û hilgirên kerta niştecîbûnê (îqame) ya welatên biyanî vekirî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst