Nêçîrvan Barzanî: Derfet heye ku Hikûmeta nû ya Iraqê hinek pirsgirêkan çareser bike

18-10-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mark Bryson Richardson
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrî pêşwazî li Balyozê Brîtaynyayê yê Iraqê kir û got “Gelek girînge hikûmeta nû ya Iraqê karên xwe yên pêşîne destnîşan bike û xizmetgûzarî û derferên kar pêşkêş bike. Derfet jî heye hindek ji pirsgirêkên welat çareser bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Sêşemê 18.10.2022 li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtaynyayê yê Iraqê Mark Bryson Richardson kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Serok Barzanî di civîna bi Balyozê Brîtaynyayê yê Iraqê Mark Bryson Richardson û şandeya pê re de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, hilbijartina Serokkomar û erkdarkirina Serokwezîr ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal gotubêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Serok Nêçîrvan Barzanî careke din tekez kir ku “gelek girînge hikûmeta nû ya Iraqê karên xwe yên pêşîne destnîşan bike û xizmetgûzarî û derferên karî pêşkêş bike, derfet jî heye hindek ji pirsgirêkên welat çareser bike, û herwisa aliyên Iraqê li ser berjewendiyên bala yên welatî divê bi awayekî stratejîk hizir bikin û bi hev ra ji bona çareserkirina pirsgirêkan û vegerandin û parastina seqamgîriyê kar bikin.”

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê mijareka din ya civînê bû ku tê de tekezî li ser girîngiya parastina yekrêziya navbera alî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hate kirin “Her du alî hevhizir bûn ku di warê demokrasiyê da welatên dost û civaka navdewletî ji nêzîk ve cavdêriya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û çaverêne ku astengî û arîşeyên li pêşiya hilbijatinan çareser bikin.”

Têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê û derfetên berfirehkirina hevkariyên hevbeşên navbera wan da û bi taybetî di warê kar û berhemanînê de, têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û herêmî û rewşa herêmî bi giştî çend mijarên din yên civînê bûn ku birêz Konsolê Giştiyê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê têda amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst