PKKê nasnameya 17 gerîlayên xwe eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – PKKê ragihand ku di heyama du mehên vê dawiyê de li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn li nav axa Herêma Kurdistanê 17 gerîlayên wan di encama êrişên bi çekên kimyewî de canê xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve nasnameya 17 gerîlayên eşker kir ku li gor daxuyaniyê “di êrîşa bi çekên kîmyewî ya Tirkiyê de” canê xwe ji dest dane.

PKKê îdia dike ku artêşa Tirkiyê li hemberî gerîlayên wan di Sibata 2021an de ji devera Garê  heta deverênZap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyona kiriye di wan operasyona de “bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên gaza jehrî jê diçe yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi kar aniye û van çekên qedexe hê jî tê bikaranîn.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku artêşa Tirkiyê li herêma Siyanê ya Garê, li devera Zendûra ya Metînayê, li devera Mamreşo ya Avaşînê, li devera Girê Sor, Aris Faris, û Werxelê di sala 2021an de 367 caran “bombeyên qedexe û êrîşên bi çekên kîmyewî” bi kar aniye.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PKK dibêje: “Ji 14ê Nîsana 2022an heta 14ê Cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespîtkirin ku 2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 hevalên me canê xwe ji dest dabûn û nasnameya wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyarkirin.”

PKK dibêje herî dawîn li Şikefta Nirîndara ya Zapê 9 gerîla, Karkerê 5 gerîla û devera Wezelê ya Avaşîn jî 3 bi giştî  17 fermandar û gerîlayê wan, bi heman çekan canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya nasnameya gerîlayên canê xwe ji dest dane wiha ye:

Muhammed Dodkanîmîlan xelkê Xoyê ye û bi nasnavê Rûbar Karker tê naskirin. Cotmeha 2022 / Zap

Alîcan Derîcî xelkê Mûşê ye û bi nasnavê Cîger Malazgîrt tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

 Kevser Ete xelka Sêrtê ye û bi nasnava Helbest Koçerîn tê naskirin. (Îlon 2022 / Avaşîn)

 Mehmet Can Evren xelkê Amedê ye û  bi nasnavê Baz Mordem tê naskirin. (4 Tebax 2022 / Avaşîn)

Yekta Buşra Boz xelka Mûşê ye û bi nasnava Mava Roj tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Ferhat Guneş xekê Mêrdinê ye û bi nasnavê  Sedat Demhat tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Peyam Abdullah xelka Silêmaniyê ye û bi nasnavê Delal Şoreş tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Bahadîn Ahmet xelkê Kobaniyê ye û bi nasnavê Demhat Têkoşîn tê naskirin. (Îlon 2022 / Avaşîn)

Alî Darga xelkê Şirnexê ye û bi nasnavê Demhat Cizîr tê naskirin. (Îlon 2022 / Zap)

Gurbet Oran xelka Şirnexê ye û  bi nasnava Zinarîn Cûdî tê naskirin. . (Îlon 2022 / Zap)

Amed Alî xelkê Kobaniyê ye û bi nasnavê Rêber Kobanê tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Newroz Tahîr xelka Qamişloyê ye û bi nasnavê Ruksen Zagros tê naskirin. (Îlon 2022 / Zap) 

Yahya Şen xelkê Şirnexê ye û bi nasnavê Xemgîn Cizîr tê naskirin. (Îlon 2022 / Zap)

Mehdî Babat xelkê Wanê ye û bi nasnavê Rêber Roboskî tê naskirin. (Îlon 2022 / Zap)

Osman Abdî xelkê Qamişloyê ye û bi nasnavê Serdem Agirî tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Abdurrahîm Uzun xelkê Mêrdînê ye û bi nasnavê Mazlûm Nisebîn tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Muhammed Xelîl xelkê Kobaniyê ye û bi nasnavê Erdal Besta tê naskirin. (Cotmeha 2022 / Zap)

Hulusî Akar bikaranîna çekên kîmyawî red kiribû

Rêveberiya PKKê demeke dirêj e îdia dike ku li herêma Avaşîn-Basyan, Zap û Metîna di dema operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) yên li ser xaka Herêma Kurdistanê de li dijî wan "gaza kîmyewî" tê bikaranîn.

Parlamentera HDPê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari di civîna 16ê Mijdara 2021an a li Lijneya Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyê de ev îdia ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar pirsîbû.

Hulusî Akar, ew îdia red kiribûn û gotibû: “Di nav envantera Artêşa Tirkiyê de çekên kîmyewî tune ne.”

Akar gotibû, "Tiştekî wiha ne hat girtin, ne veşartî û ne jî veşartî. Di envantera TAFê de teqez û qet çeka kîmyewî tune ye. Tiştekî wiha tune. Ne hatiye girtin, ne veşartî û ne jî veşartî. Tiştekî wiha tune." Pir hêsan e ku meriv bişopîne ku ew ji ku hatiye girtin û çûye ku derê.”