Li Herêma Kurdistanê 'Mewlûd' bi giringî ve tê pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salvegera jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed e ku bi gelêrî di nava Kurdan de wek Mewlûd tê naskirin û bi vê helkeftê, li Hewlêrê bi sedan kes li ber kelha dîrokî ya bajêr li hev civiyan û mewlûda pêxember pîroz kirin.  

Di wê rojê de li seranserî cîhanê Misilman merasîm û ahnegên taybet lidar dixin.

Li Hewlêra paytexta Bşûrê Kurdistanê jî ji mêj e ew merasîm bi coşeke mezin birêve diçe. Li bazar û kolanan xelk kom dibin û digerin, şîrînî û xwarinan belav dikin û ahengan digêrin. Yek ji diyardên ahengan jî defjenî ye.

Li Hewlêrê yekem car, di sala 1220ê zayînê de, ev bîranîn ji aliyê Sultan Muzefferddîn Kokberî hate kirin, ku wê demê fermanrewayê Hewlêrê bû.

Li Herêma Kurdistanê, salane welatî bîranîna jidayikbûna pêxemberê Islamê dikin.

Aniha jî xelkên wî bajarî, bi çalakî û şêwazên cuda, hezkirina xwe ji bo pêxemberê Îslamê derdibirrin. Li bazar, kolan û mizgeftan ahengan digerînin û xwarin û şêrîniyê belav dikin.

Defjen heta êarê lê didin,û mamosteyên olî jî,bi gotarên xwe hanê didine welatiyan,ku bêhtir pabendî binemayên ola Islamê û sunneta êxember bin.

Teyib Zirar, Rêveberê Giştî yê Ewqafa Hewlêrê ji Rûdawê re got, “Bi salan e ku li Hewlêrê gelek girîngî ji Mewlûdê re tê dayîn. Mewlûda ku ji aliyê Sultan Muzeffereddîn Kokberî ve berî 800 salan hatiye çêkirin, bi sedan sal şûnde bû kevneşopî û çanda bajêr. Ev kevneşopî bi salan e didome.”

Zirar diyar kir ku wan amadekariyên Mewlûdê kirine, ku gel pir girîngiyê dide wê, û wiha got: “Li Hewlêrê ji ber Mewlûdê ji tevahiya vê mehê re meha Mewlûdê tê gotin. Bi gelemperî mirov mewlûdê li mizgeftan û li malên xwe pîroz dikin, şîraniyan didin û belav dikin.”

Salane, di roja 12ê Rebîul Ewel de, ku hevdem e ligel jidayikbûna pêxember Muhemedê Kurê Ebduulah, pêxemberê Islamê, Musilman li seranserê cîhanê, bi şêwazên cuda wê helkeftê bibîr tînin û merasimên Mewlûdê jî li nav Kurdan bûne beşekî resen û bingehîn ji kultur û oldariya xelkên Kurdistanê.