YPG îdiaya Wezareta Berevaniya Tirkiyê red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê red dike ku amaje bi canjidestdana 5 şervanên YPGê li Rojavayê Kurdistanê dide.

YPG di daxuyaniya xwe de ku 17ê Cotmeha 2021ê belav kiriye, dibêje, îdiayên Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku 5 şervanên wan di pevçûneke çekdarî de li navçeya operasyona Kaniya Aştiyê hatine kuştin, nerast e.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro (17/10/2021) daxuyaniyek belav kiriye û îdîa dike ku hêzên me li navçeyên dagîrkirî êrîşî hêzên artêşa Tirkiyê kirine û di encama şer û pevçûnan de 5 şervanên me şehîd bûne, lê ev zanyarî nerast in.”

YPG herwiha tekez dike ku ti tevgereke serbazî ya hêzên wan li wan navçeyan nîne ku Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amaje pê daye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja 17ê Cotmeha 2021ê li ser hesabê xwe yê Twitterê îddîa kiribû ku “hêzên wan li navçeya Kaniya Aştiyê (Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê) di çarçoveya wan tedbîrên wergirtine de rê li ber êrîşeke din a şervanên YPGê girtine û 5 ji çalakî xistine.”