Dîlana Sofî Omer li ser Tik Tokê bûye rojev

18-10-2020
RÛDAW
Sofî Omer her ji zarokatiya xwe ve di dîlan û şahiyên li navçeya Şemzînanê de amade bûye.
Sofî Omer her ji zarokatiya xwe ve di dîlan û şahiyên li navçeya Şemzînanê de amade bûye.
Nîşan Sofî Omer Şemzînan Kurdistan Tik Tok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sofî Omer ku xelkê navçeya Şemezînan a Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye, weke pilingê şahiyê navdar e, lê navdariya wî sînor derbas kirine. Şahî û dîlana Sofî Omer bûye çalênceke bi nav û deng di nava torên medyaya civakî de, bi taybetî jî li ser Tîk Tokê. Xelk li her aliyê cîhanê li sema û dîlana Sofî temaşe dikin û lasayî û teqlîda wî dikin.

Li ser yutubê jî, gelek bînerên semaya Sofî Omer hene.  Di vîdyoyekê de, semaya wî bêhtir ji 7 milyon û 100 hezar bîner hebûye û di yên din de jî ji yek milyonî bînerî kêmtir nîne.

Navê Sofî Omer, Omer Çelîk e û 1-1-1961ê li gundê Bêtkarok li qezaya Şemzînan a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û ji eşîreta Gerdî ye û malbata wî, xelkên gundê (Bêsosin) li navçeya Gerdiyan. Di temenê 15 saliyê de jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê 5 kur û û 5 keçan e. Herwiha dema 20 salan em Sofî Omer li şahî û govendan amade dibe û serşopiyê bernade.

Omer Çelîk di nava xelkê de weke Sofî Omer naskirî ye, ji ber ku ji malbateke sofî ye.

Sofî Omer, di temenê 15 salî de, jiyana hevjîniyê ligel Dîlber Xanima keça mamê xwe pêk aniye. Bavê 5 kur û 5 keçan e. Yek ji keçên wî, bi nexweşiyeke herdemî ye.

Her ji zarokatiya xwe ve, xwedî dawet, şahî û dîlan e û dibêje, Ez şivanê pez bûm, bi bê saz û stran, li ser pêyekî min sema dikir.

Ev 20 sal in, berdewam diçe şahiyên navçeyê.

Şewket Herkî, peyamnêrê Rûdawê, roja 1ê Cotmeha 2019an, hevpeyvîneke kurt ligel Sofî Omer encam daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst