Li Duhokê rê bi serdana grûpên geştiyarî tê dan

Duhok (Rûdaw) – Li parêzgeha Duhokê êdî rê li hember grûpên geştyariyê hat vekirin ku ev nêzîkî du mehan bû rê bi tenê bo geştyarên xwediyê otomobîlên taybet dihat dayîn.

Coronayê ziyanekî mezin gihandiye kerta geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê û hewlên kêmkirina wan ziyanan jî berdewam in.

Beriya niha biryar hatibû dayîn ku geştiyar dikarin bi otomobîlên xwe yên taybet serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê bikin, lê ji roja 14ê vê mehê ve jî êdî geştiyar dikarin weke grûp jî geştên xwe encam bidin.

Li Duhokê vekirina di heyama du rojan de 20 grûpên geştyarî serdana cihê geştyarî yên wê parêzgehê kirin.  Li hinek havîngehan qerebalxiyeke zêde çêbûye û piraniya wan geşyaran jî ji Bexdayê çûne.

Geştyarê bi navê Mihemed Ebdulrezaq dibêje: “Em ji Bexda hatine Herêma Kurdistanê daku serdana cihên geştyarî bikin. Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin rê ji bo me vekiriye û dixwazin rê her tim vekiribin.”

Geştyara bi navê Dayîka Bîlal jî got: “Keşûhewayeke gelek xweş heye. Spas ji bo Xwedê mirovên Kurdistanê gelek baş in. Hêsankariya rêyan jî heye û hêvî dikim ku ewlehiya di navbera me de berdewam be da ku em biçin û bên. Cihên vê derê gelek xweş in.

Li gor amarên Rêveberiya Geştyarî ya Duhokê, heyama 45 rojan vekirina rêya li hember geştyaran pêtirî 20 hezar geştyar ji başûr û naverasta Iraqê hatine parêzgeha Duhokê.

Rêveberê Geştuguzariyê  li Amêdiyê Nezîf Mihemed jî got: “Tevî erî niha rê tenê bo otomobîlên taybet hatibû dayîn, dîsa rêjeyeke baş a geştyaran hebû. Piştî ku rê bi grûpan jî hat dayîn rêje zêdetir bû. Her çend dawiya werza geştyariyê ye jî lê dîsa hejmareke zêde ya geştyaran tên.”

Par zêdeyî 500 hezar geştyar hatibûn parêzgeha Duhokê, ew salan plan bû zêdeyê 700 hezar geştyar serdna Duhokê bikin, lê ji ber koronayê tê pêşbînîkirin ku ew rêje di navbera 80 hezar heta 100 hezaran de be.