Kolberekî Kurd li sînorê Çaldiran a Urmiyê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê bajarokê Çaldiran a ser bi parêzgeha Urmiyê û li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin.

Çavkaniyekî xwecihî li Çaldiranê ji Rûdawê re ragihand, hêzên Îranê li bilindahiyên sînorê vê bajarokê teqe li hejmarek ji kolberên Kurd kirine û di encamê de kolberek bi navê Emîn Şems jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê, Emîn Şems xelkê gundê Mele Hesen ê ser bi qezaya Makoyê ye û êvara roja Şemiyê li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kuştin.

Ew kolberê Kurd zewicî bûye û bavê zarokekî bûye.