Firokeyên Tirkiyê bajarokê Zirgan ser bi Serê Kaniyê ve bombebaran kirin

18-10-2019
RÛDAW
Nîşan Zirgan Rojava Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demeke ku biryara agirbestê jî hatiye dayîn, firokeyên şer ên Tirkiyê bajarokê Zirgan ê ser bi Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama wê êrişê de 3 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û hejmareke xelkê jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku tevî biryara agirbestê jî firokeyên şer ên Tirkiyê îro berî nîvro bajarokê Zirgan ê ser bi Serê Kaniyê ve bombebaran kirine. Li gor zanyariyan di wê êrişê de 3 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Li aliyê din tevî biryara agirbestê jî êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha şer û pevçûnên di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê û şervanên HSDê de berdewam dikin.

Taybetî jî li gundewarên bajarê Serê Kaniyê pevçûn berdewam dikin û li gor zanyariyan, tenê di şer û êrişên îro de heta dema nîvro 10 kesên sivîl birîndar bûne û ew birîndar hatine rakirin bo nexweşxaneya Til Temirê.

Hevdem xelkê sivîl hewl dide biçe nav Serê Kaniyê ji bo ku xelkê birîndar rakin bo nexweşxaneyan û termê qurbaniyan jî ji wî bajarokî derxînin û veguhêzin bo devereke din.

Tê nûkirin...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst