Li Serê Kaniyê agirbest hat binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku şeva bihorî Amerîka û Tirkiye li ser rawestandina şer û agirbesteke demkî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê rêkeftin kirin, lê belê li bajarê Serê Kaniyê dîsan şer dest pê kir.

Nûçegihanê Rûdawê ji Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li bajarê Serê Kaniyê şer û pevçûnan dîsa dest pê kiriye.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di dema civîna şandên Amerîkî û Tirkiyê de, şer li Rojavayê Kurdistanê bi temamî rawestiya, lê piştî 3 demjimêran ji ragihandina rêkeftina Waşington û Enqerê, dîsa êrîşa li ser bajarê Serê Kaniyê dest pê kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Çerxerêya Şehîdan a li nêzîkî navenda bajarê Serê Kaniyê êrîşî çeperên şervanên wan kirine û di navbera herdu aliyan de şer çêbûye.

HSD herwiha Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve tohmetbar dike, ku agirbest binpê kirine û ragihandiye, îro înê danê sibê careke din êrîşî Nexweşxaneya Serê Kaniyê hatiye kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî yên nûçeyan, hêzên Tirkiyê rê nadin ku tîmên tendirustiyê bi hawara birîndarên Serê Kaniyê ve biçin û du şervanên HSDê jî ku ji ber êrîşa çekdarên ser bi Tirkiyê ve birîndar bûbûn, bi sedema ku rê bi veguhastina wan û dermankirina wan nehatiye dan, îro canê xwe ji dest dane.

Li aliyekî din, şandeke hevbeş a Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê û têmeke Amerîkî îro ji Til Temirê ve ber bi Serê Kaniyê ve birêketin, lê belê ji ber êrîşa komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve heta niha nekarîne derbasî nava bajêr bibin.

Pizîşkek bi navê Ebdî Ebûbank ku di nava wê şandê de ye, ragihandiye ku komên çekdar rê nedane wan ku derbasî nav bajarê Serê Kaniyê bibin.

Ev yek di demekê de ye, ku li gor rêkeftina navbera Amerîka û Tirkiyê, li cihên şer û bi taybet li Serê Kaniyê û Girê Spî bo dema 120 saetan agirbest tê ragihandin. Agirbest duh şev ji demjimêr 22:00an ve kete ware cîbicîkirinê, lê belê ev agirbest îro ji aliyê Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve hate binpêkirin.