Tirkiyê qeyûm danîn ser şaredariyên Colemêrg, Nisêbîn û Geverê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir, ku qeyûm li ser şaredariyên bajarê Colemêrgê, navçeya Gever a ser bi vê parêzgehê ve û navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatine danîn.

Piştî ku bi tohmeta endambûna di rêxistina terorîstî de, herdu hevserokên Şaredariya Nisêbînê, Semîre Nêrgiz û Ferhad Kut û herwiha endamê encûmena şaredariya vî bajarî Mehmet Emîn Alkan hatin girtin, îro înê bi biryara Waliyê Mêrdînê, Qaymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar weke qeyûm li ser Şaredariya Nisêbînê hate diyarkirin.

Heriwha Qaymeqamê Geverê Osman Dugramacî weke qeyûmê şaredariya vê navçeyê li şûna Remziye Yaşar hatiye danîn.

Hevserokên Şaredariya Geverê, Remziye Yaşar û Îrfan Sarî, bi tometa endamtiya rêxistineke terorîstî ku mebest PKK ye, hatine girtin.

Li aliyekê din bi biryara dadgehê, Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Cîhan Karaman jî bi tometa endamtiya rêkxistina terorê hatiye girtin. Li cihê Cîhan Karaman, Waliyê Colemêrgê, Îdrîs Akbiyik weke qeyûm hatiye erkdarkirin.
 
Roja 11ê vê mehê hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê, bi tometa propagandakirinê li dijî operasyonên Kaniya Aştiyê di torên civakî de, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûne desteserkirin.