Aşê herî dawî li gundê Dere yê Dersimê
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Dere yê parêzgeha Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê, xelk dixwaze her weke berê genimê xwe di aşên avê de bihêre.
Her çiqas ji ber şer û şewitandina gundan, ziyan gihîştiye piraniya aşên wê navçeyê jî, lê xelkê deverê aşek nûjen kirine û ew nêzîkî sed salan e ku genimê xwe lê dihêrin.
Ev aş, aşê herî dawî yê kevirî li gundê Dere yê ser bi bajarokê Pertek ê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye. Li vî gundî ku berê çendîn aş hebûn, niha tenê ev aş maye ku dîroka wî vedigere sedsalekê. Saedema ku ev aşê han heta niha maye ew e xelkê gund berdewam nûjen kirine daku her li ser karê xwe berdewam be.
Aşvanê bi navê Fetî Asma dibêje: “Ev aş ê bav û bapîrên min e, berê li gund gelek aş hebûn, niha tenê ev aşê me maye. Niha êdî kes nayê aş.”
Berê xwestekeke zêde li ser aşên kevirî hebû û tenê li vî gundî 16 aş hebûn û berhemê genim û cehên 12 gundan dihêrtin. Lê piştî valakirina gundan û sedema xwezayî beşekî zêde ji nav çûn.
Aşvanekî din bi navê Mihemed Engîn jî dibêje: “Ev aşê me li ber çemê Xozatê ye, li ber çemê Xozatê 16 aşên me hebûn, lê avê hemû birine, tenê ev aşê me maye. Ji bo vê aşê me jî bila dewlet alîkariya me bike. Pêştir ji 12 gundan dihatin vir, lê niha tenê aşeke me maye. Em û gundî li hev civiyan û me ew aşê xwe rêkxist. Gundî genimê xwe tînin vir.”
Pîşeya aşvaniyê ku ligel pêşketina teklojiyayê hêdî hêdî ber bi jinavçûnê diçe, li vî gundî hê jî berdewam e û aşvanên gund dibêjin, dixwazin li ser pîşeyê bav û bapîrên xwe berdewam bin ku ji wan re maye.
Seyfî Şaş ku ew jî karê aşvaniyê dike, behsa wê yekê dike, ku gelek aş li gundê wan hebûn, lê belê hemû rûxan û tenê aşekî wan maye. Seyfî Şaş dibêje: “Ev karê bav û kalan e û em ji zaroktiya xwe ve vî karî dikin û em jê hez dikin. Me ev aşê xwe çêkir û niha dişixule û em ji xelkê xwe re xizmetê dikin.”
Di vî aşî de ku 100 sal berî niha hatiye çêkirin û dikeve ser çemê Xozatê, sîstema şûştin, hişkkirin, paqijkirin û cudakirina ji pûş û mûş heye. Aş li ser daxwaza xelkê gund demek berî niha hatiye nûjenkirin û paşê xelk destpê kirine û genim û cehê xwe bo hêrtinê tînin aş.