Polîsê Kerkûkê: Hêzên çekdar dê ji nav bajêr derbikevin

18-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Polîs Iraq
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Rêveberê Polîsên Kerkûkê Xetab Omer ragihand, ku îro an jî sibe dê hêz3en çekdar ên Iraqê ji nav bajêr vekişin û ewlekariya Kerkûkê bikeve destê polîsan.


Îro Çarşemê 18-10-2017, Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Fazil û Rêveberê Polîsên Kerkûkê Xetab Omer civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin.

 

Rêveberê Polîsên Kerkûkê Xetab Omer got, ku şevê din li gel Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Fazil li gel berpirsên jor axivîne û îro yan jî sibe dê hêzên çekdar ji bajarê Kerkûkê derbikevin, ji ber ku qedexe ye çekdar di nav bajêr de bimînin.

 

Xtab Omer da xuyakirin, ku dê polîs ewlekariya bajêr biparêze û hêzên çekdar jî dema were xwestin dê alîkariyê bidin.

 

Hevdem Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Fazil jî da xuyakirin, ku dê hemû hêzên leşkerî vegerin cihên xwe yên berî.

 

Bi gorina Elî Fazil di nava bajêr de ji bo parastinê hejmareke mezin a hêzên wan heye û ew nahêlin ti kes bi çekên şexsî çûn hatinê bikin.

 

Roja Sêşemê 17-10-2017, di civîneke çapemeniyê de Fermandarê Operasyonên Rojhilatê Dîcleyê Elî Fazil rê neda Rêveberê Polîsên Kerkûkê Xetab Omer bi kurdî biaxive.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst