Hevseroka KCKê Besê Hozat: Eger Ocalan vekişe şerê dest pê bike

18-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê rêveberiya KCKê Mistefa Qeresû diyar kir ku dema dewletê Demîrtaş ji şanda BDPê ya Îmraliyê derxist diviya şanda BDPê neçûya Îmraliyê. Hevseroka KCKê Besê Hozat jî ragihand, eger di nav çend rojên din de hikûmeta AKPê helwesta xwe li hember pêvajoya çareseriyê neguherîne dê dîsa şer dest pê bike.

Rayedarên KCKê li ser pêvajoyê aştî û çareseriyê ji Stêrk TV re axivîn.

Hevseroka KCKê Besê Hozat diyar kir ku pêvajoya bêyî Ocalan nayê meşandin û wiha axivî: “Pirsa kurd jî bêyê rêberiyê (Ocalan) nayê çareserkirin. Dewlet jî vê yekê dizane. Ji ber wê jî eger ew ji pêvajoyê vekişe pêvajo ji holê radibe û ev jî tê wateya destpêkirina xebat û şer.”

Di şiroveya gotinên xwe de Besê Hozat destnîşan kir, kurd dixwazin bi dewletê re li hev werin lê dewlet vê yekê naxwaze û wiha anî ziman: “Eger Tirkiyê xwe nêzîkî çareseriyê neke rewşa Tirkiyê piştî çend salên din dê mîna Sûriyê lê were. AKP divê biryara xwe bide û divê vê biryarê di nav çend rojên bê de bide. eger wisa nebe şerê dest pê bike.”

Endamê rêveberiya KCKê Mistefa Qeresû ku beşdarî hevdîtinên Oslo yê navbera PKKê û dewleta tirk jî bibû, derheqê hevdîtinên Oslo de agahî da û diyar kir ku li Osloyê her tişt hat axaftin ji ber wê jî tiştên ku niha li televîzyon û ragihandinê de tên gotin, bolebolkirin e û wiha got: “Ez aşkere bêjim, ji vir û şûnde eger diyalog û gotûbêj hebe em qebûl nakin. Eger AKP hizir dike dê vê pêvajoyê wiha bimeşîne xwe dixapîne. AKP me neçar dike û bila hizir neke ku emê agirbestê bidomînin heta ku hilbijartin hat lidarxistin. Em ne ehmeq in me pêvajo bo çareseriyê da destpêkirin. Divê AKP ciddî be.”

Li ser derxistina hevserokê BDPê Demîrtaş ji şanda Îmraliyê jî Qeresû diyar kir ku dema Demîrtaş ji şandê hat derxistin diviya şand neçûba Îmraliyê û wiha got: “BDP partiyek girîng e. Ma çi bûye ku hevserokê wê rexne li hikûmetê kiriye. Tu hertim dijûnan li PKK û BDPê dikî lê dema rexneyek biçûk li te tê kirin tu her tiştekî dikî. AKPê pêvajoya xilas kiriye. Çi ji me dihat xwestin me kir û em êdî nikarin tiştekî bikin. Eger em xwe bavêjin himbêza însala dewleta tirk dê kurdan tune bikin…”

Şanda BDPê roja 14ê Cotmehê li girtîgeha Îmraliyê digel Ocalan hevdîtin pêk anî lê vê carê û bi hêceta ku rexne li hikûmetê kiriye, hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş neçû Îmraliyê.

Demîrtaş jî vê yekê hêrs bibû û gotibû, ji ber zarokatiya hikûmetê nekariye here Îmraliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst