Ebdulrehman Apo: Çekdar gefa destdirêjiyê li jinên Kurd dixwin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Ebdulrehman Apo / Wêne: Rûdaw
Ebdulrehman Apo / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kaxur Efrîn Ebdulrehman Apo Çekdarên Emşatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) Ebdulrehman Apo ragihand ku çekdarên mixalefeta Sûriyeyê gefa destdirêjiyê li jinên Kurd dixwin.

Gundê Kaxurê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê ji aliyê çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê (Emşat) ve hatiye dorpêçkirin.

Çekdarên Emşatê roja yekşemê ji gundiyan xwestiye peymanekê îmze bikin ku “zeviyên xizmên wan ên ku bi wekaletê di destê wan de ne milkê endamên berê yên Rêveberiya Xweser in.”

Çekdar dixwazin van peymanan bi darê zorê bidin îmzekirin û ji xwe re bikin belge da ku dest deynin ser zevî û malên Kurdan.

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê Ebdulrehman Apo bû mêvanê bultena Rûdawê û behsa binpêkirinên li gundê Kaxurê û Efrînê kir.

“Çeteyên Emşatê yên bi ser Tirkiyeya dagirker ve gelekî bêserûber in”

Ebdulrehman Apo diyar kir ku gundê Kaxurê yek ji nimûneyên gundên Efrînê ye û got:

“Ev binpêkirinên li gundê Kaxurê tên kirin, ne cara ewil e, ev 3-4 car in gund tê dorpêçkirin.

Ev tişta li Kaxurê dibe tiştekî gelekî mezin e, şkence li xelkê gund tê kirin.

Çeteyên Emşatê yên bi ser Tirkiyeya dagirker ve gelekî bêserûber in.

15ê Îlonê roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed bû lê binêrin li Kaxurê çi çêbû û li cihên din çi çêbûn.

Çeteyên Emşatê berî gund dorpêç bikin çend kes girtin ku yek ji wan Îdrîs Ebo bû.

Îdrîs Ebo par traktora xwe firotibû û bi awayî karibû bacê bide çekdaran lê îsal ji ber ku red kir bacê bide hat girtin.

“Çekdaran 11 hezar dolar xwestin”

Şkence li wî hat kirin û ji malbata Ebo li hemberî berdana wî 11 hezar dolar hatin xwestin.

Çekdaran her wiha li jinên malbata Ebo jî xistin. Paşê jinekê li mizgefta gund bang kir û hemû jinên gund li meydana gund kom bûn.

Piştî ku jinên gund kom bûn Emşatê hêzên zêdetir şandin gund.

“Çeteyan êrişî jinan kir”

Çeteyan êrişî jinan kir û li wan xist û gule berdan lingên wan da ku belav bibin.

Gelek jin ji laş û serên xwe birîndar bûn û paşê jî çi xort û mêrên li gund mabûn ew jî derketin lê hemû hatin girtin.

Gelek xort û mêr ji bo neyên girt ji gund reviyan.

Roja paştir çekdar hatin mal bi mal geriyan çi telefon û kamerayên hene şikandin.”

“Gefa destdirêjiyê li jinan hat xwarin”

Apo eşkere kir ku çekdaran gefa destdirêjiyê li jinên Kurd xwariye û got:

“Vê carê raperîna jinan bû û ew rabûn ser pêyan. Şeknce li hemû jinan hat kirin. 

Tiştên ji vê gefê mezintir li hemberî jinan hatiye kirin.”

Ebdulrehman Apo amaje bi wê yekê kir ku ew çekdar ji derve hatine û li ser malên Kurdan rûdinin û nanê Kurdan dixwin bi ser de jî şkenceyê li Kurdan dikin.

“Çekdar ji Kaxurê vekişiyan”

Apo da zanîn ku li gorî agahiyên ku wî îro ji herêmê wergirtine çekdar ji nav gundê Kaxurê vekişiyane û got:

“Niha li nav gund çekdar nemane. Zêdeyî 50 jinan hatin desteserkirin, piştre ew hatin berdan.

Lê 10 kes girtî hene û piraniyan xortan jî ji gund derketine û newêrin biçin Kaxurê.

Jiyan niha li gund ne asayî ye. Duh Serokê Emşatê li gel hinek serokeşîrên Ereb çû gund û wan xwet nîşan bidin ku di navbera Kurd û Ereban de şer heye.

Lê tiştekî bi vî rengî nîne, çekdar êrişî Kurdan dikin û Kurd newêrin serê xwe rakin.”

“Kurd kêm bûne û yên mane jî dixwazin birevin”

Derbarê demografiya gundê Kaxurê jî Apo ev zanyarî dan:

“Gundê Kaxurê gundekî mezin e, berê 2018an Efrîn were dagirkirin li gund 720 mal hebûn û hemû jî yên Kurd bûn.

Lê niha 375 malên Erebên hawirde hene û tenê 250 malên Kurdan mane. Niha Kurdên mane jî dixwazin ji gund birevin.

Armanca wan ji vê yekê jî bû ku Kurdên mane jî derbikevin.

Gelek tehda li gundê Kaxurê kirine û tişta li wî gundî bûye li ti cihê dinyayê nebûye.

“PKK wekî partî nîne lê dê wekî fikir bimîne”

Ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar bac li ser xelkê ferz kirine û dibêjin darên zeytûnên ên PKKyê ne lê li wir PKK nîne.

Darên PKKyê nînin lê darên Kurdan hene. PKK wekî partî û rêxistin nîne lê dê wekî fikir bimîne.

Vêca tên bi tohmeta PKKyê bacê li ser Kurdan ferz dikin lê PKK li Efrînê nemaye.

Yekê dikujin dibêjin te bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye. Berpirsê vê rewşê Îtalafa Sûriyeyê û Tirkiye ye.

“ENKSyê karê xwe bi Îtilafê re rawestand”

Ev tişt di bin sîwana Îtilafê de tên kirin lewma ENKSyê karê yê di nav Îtilafê de rawestandiye.

Em wekî ENKSyê beşdarî ti civînên wan nabin. Heta ev binpêkirinên li Efrînê neyên sekinandin em naçin civînên wan.

Heta niha wan bersiv me nedaye lê dê bersivê bidin ji ber ku vê carê helwesta ENKSyê xort û cidî ye û ENKS li kêleka xelkê xwe sekinî ye.

Çareserî ew e ku Efrîn û hemû deverên hatine dagirkirin bikevin di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de.”

“Paşerojeke baş li pêşiya Efrînê ye”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Syê herî dawî tekez kir "Kurdên Efrînê dîwarên tirsê şikandine" û paşerojeke baş li pêşiya Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst