Kurdekî Sunî bû Parêzgarê Sineyê

2 demjimêr berê
Nîşan Areş Lihonî Sine Parêzgar Kurd Sunî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdekî Sunî yê ji herêma Hewramanê bû parêzgarê nû yê Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê.

Berdevka Hikûmeta Îranê Fatîme Mihaciraniyê ragihand ku Kabîneyê di civîna xwe ya îro de biryar daye li parêzgeranên “Sine” û “Kuhgîloye û Biwîrehmed”ê parêzgarên nû werin tayînkirin.

Li gorî gaahiyên ku Fatîme Mihaciraniyê dane, Areş Lihonî bûye parêzgerê nû yê Sineyê ku Kurdekî Sunî ye.

Areş Lihonî xelkê bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Lihonî serdema 11an a Parlamentoya Îranê bajarên Pawe, Ciwanro, Selas Bawecanî û Riwanser temsîl kiribûn.

Parêzgarê niha yê Sineyê Îsmaîl Zariî Kuşa ji bajarokê Quruweyê yê Sineyê ye û Kurdekî Şiî ye.

Kabîneya serokkomarê berê yê Îranê Îbrahîm Reîsî 11ê Çiriya Paşîn a 2021ê Îsmaîl Zariî Kuşa tayînî Parêzgariya Sineyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst