Semsûr - Otomobîl ji rê derket û qulibî: 2 mirî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolîkê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya, 2 kes mirin.

Li gorî zanyariyan, otomobîla ku Sadik Ergen diajot li ser rêya Bendava Ataurkê ji rê derket û qulibî.

Li ser aghdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Di encama kontrola tîmên tenduristiyê de derhet hole ku Sadik Ergen û Haci Yusuf Ilgar li cihê bûyerê mirine.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên her duyan birin marga Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.