EFRÎN – Kaxezên vala bi Kurdan didin îmzekirin

2 demjimêr berê
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Gundê Kaxurê Efrîn Çekdar Emşat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên Emşatê kaxezên spî û vala bi şêniyên Kaxurê didin îmzekirin da ku dest deynin ser mal û milkê wan.

Gundê Kaxurê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê ji aliyê çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê (Emşat) ve hatiye dorpêçkirin.

Çekdarên Emşatê roja yekşemê ji gundiyan xwestiye peymanekê îmze bikin ku “zeviyên xizmên wan ên ku bi wekaletê di destê wan de ne milkê endamên berê yên Rêveberiya Xweser in.”

Çekdar dixwazin van peymanan bi darê zorê bidin îmzekirin û ji xwe re bikin belge da ku dest deynin ser zevî û malên Kurdan.

Kaxezên vala bi darê zorê didin îmzekirin

Aloziya li Kaxurê berdewam dike û niha jî çekdaran gundî neçar kirine ku kaxezên spî û vala îmze bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çekdarên grûpa Emşatê (Sultan Silêman Şah) doh kaxezên vala bi darê zorê bi gundiyan dane îmzekirin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku çekdar paşê wan kaxezan bi dilê xwe dadigirin û xelkê neçar dikin ku dev ji mal û milkê xwe berdin û koçber bibin.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyeyê, heta niha 9 Kurd neçar mane ku wan kaxezên vala îmze bikin ku navên wan wiha ne:

“Mihemed Fayiq Mistefa, Fadî Mistefa Mistefa, Idrîs Ebo, Cemîl Îbiş, Mihemed Hemreş, Şukrî Îso, Mihemed Ebdo, Ferzad Zêno, Mihemed Zêno.”

Çekdaran datînin ber malên Kurdan

Hat zanîn ku grûpa Emşatê li ber malên Kurdan ên li gundê Kaxurê çekdar danîne û dikan jî hatine girtin.

Çekdar hewl didin kirasekî din li mijarê bikin û wiha nîşan bidin ku li gund di navbera malbateke Kurd û malbateke Ereb a hawirdekirî de pirgirêk hene.

qeydeke dengî derketibû holê ku van angaştên wan pûç dike.

Leman Xelîla Berdevka Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî gotibû ku ev angaşt ne rast in.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst