Li Şemzînanê 10 hezar texên giya şewitîn

Colemêrg (Rûdaw) - Li gundê Zêwkayê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê 10 hezar texên giya şewitîn.

Li gorî agahiyên Rûdawê, doh bi şev seat derdora 22:00yan li gundê Zêwkayê yê Şemzînanê agir bi dihiyên giya ketiye.

Ji ber agir nêzîkî 10 hezar texên giya şewitîn.

Hat zanîn ku giyayê şewitî yê du birayên ajeldar ên bi navên Mikaîl û Necmeddîn Yilmaz e.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve bi hevkariya xelkê gund hat vemirandin.

Derbarê sedema derketina agir lêkolîn tê kirin.