3 xwişk nexweş in: Şêwekarê Kurd banga piştgiriyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekarê Kurd Hakan Yaşar ji bo 3 xwişkên nexweş ên li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kampanya piştgiriyê da destpêkirin.

21ê Îlonê dê li ser medyaya civakî mezada alîkariyê bê kirin.

Li parêzgeha Amedê 3 xwişkên bi navê Denîz, Demet û Dîdem ji ber nexweşiya “Herediter spastik parapleji” nikarin tevbigerin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Şêwekarê Kurd Hakan Yaşarê ku li Norwecê dijî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê her sê xwişkan de peyamek belav kir.

Hakan Yaşar da zanîn ku roja Şemiyê 21ê Îlonê demjimêr 20:30î dê mezadeke bi navê “Mîr Antîk” bê kirin û banga alîkariyê kir.

"Em nikarin êşa erdnîgariya xwe bi dawî bikin"

Yaşar di peyama xwe de got:

“Em nikarin êşa erdnîgariya xwe bi dawî bikin lê em dikarin bi hev re kêm bikin.

Hêvîdar im karsaz û hunermendên me yên hêja beşdarî mezadê bibin û piştgiriyê bidin her sê xwişkan.”