Cenazeyên 2 gerîlayan birin Amedê

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyên du gerîlayên PKKyê birin Amedê ku tê gotin li Licê canê xwe ji dest daye.

Li çoltera gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê di navbera gerîla û leşkeran de şer derketibû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), balafirên şer û helîkopteran qadên Lîs, Çemê Sarumê, Zikte û Şehîd Remzî bombebaran kirin.

Liv û tevgera leşkerî ya li gundê Pêçarê hîn jî berdewam dike.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di pevçûnê de gerîlayên bi navên Zirav Taş (Pîro Amed) û Fehmî Başkurt (Botan) canê xwe ji dest daye.

Cenazeyên du gerîlayan birine Saziya Tiba Dadî ya Amedê û tê gotin ku wan li Licê canê xwe ji dest daye.

Malbat ji bo teşxîskirina cenazeyan çûne Amedê û mînakên xwînê dane.

Divê were gotin ku PKKyê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedane.