QERS - ‘Hosta Zekî nebe kes nîne vî karî bike’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Hosta Zeki Dûr\ Wêne: AA
Hosta Zeki Dûr\ Wêne: AA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qamûşanê ya Qersê welatiyê bi navê Zekî Dûr heta niha jî taximên zîn û marekan ji hespan re çêdike û hostayê wî karî ye.

Zekî dûr ku wekî Hosta Zekî jî tê zanîn 60 sal in vî karî dike.

Em di serdema teknolojiyayê de ne û êdî li gundên dûredest jî di mesela çûnûhatinê de otomobîlan cihê hespan girtiye.

Her çend otomobîl û wesayît ketibin jiyana me jî kesên ku wan adet û nerîtên berê diparêzin û bi wan ve girêdayî ne hene.

“Hosta Zekî nebe kes nîne vî karî bike”

Ew pîşe êdî ber bi nemanê ve diçe lê Hosta Zekî zêdetirî 60 salên temenê xwe dane çêkirina zîn û marek û kelûpelên hespsiwariyê û ji karê xwe hez dike.

Niha temenê wî 84 sal in û dixwaze pîşeyê xwe radestî nifşê nû bike.

Li gorî gotina wî êdî şagirt peyda nabin û ti kes naxwaze vî karî bike.

Xelkê navçeyê hemû kelûpelên hespên xwe ji cem wî dikirin û naxwazin ev pîşe li navçeya wan bi dawî bibe.

Şêniyê bi navê Orhan Cengîz wisa behsa Hosta Zekî dike:

"Rehmet li dê û bavê wî be. Her tişt ne pere ye karê me dibîne.

Eger şagirtekî wî hebûya baştir dibû û dê ev pîşe berdewam bikira.”

Şêniyê bi navê Halîl Çamli jî diyar kir ku taximên bezandina hespan çi marek, çi lixav û çi jî kelûpelên din wan hemûyan Hosta Zekî çêdike.

Eger ew jî çêneke êdî kes nîne ku çêbike.

“Şagirt êdî peyda nabin”

Hostayê çêkirina kelûpelên hespsiwariyê Zekî Dûr jî wisa behsa çîroka xwe dike:

“Ez 84 salî me. Li vê derê ji bilî min ti hosta nînin. Tenê li Qersê hostayek heye.

Li Selîmê jî ti kes nînin. Ez li vê derdorê take hosta me.

Berê min cotkarî dikir. Piştî wê min demekê karê çêkirina erebeyên hespan dikir.

Piştre jî min dest bi vî karî kir. Şagirt ji bo vê pîşeyê nayên dîtin.”

Ev pîşe ji bavûbapîran ji Zekî Dûr re maye.

Bi pêşveçûna teknolojiyê re amûrên modern şûna hespan girtiye.

Li gorî berê daxwaz li ser berhemên wî gelekî kêm bûye lê tevî vê yekê jî heta dawiya temenê xwe dê hewl bide pîşeya xwe zindî bihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst