Pisporê Erdhejê: Li Dêrsimê dibe ku bi hêza 7 pileyan erdhej çêbibe

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Nacî Gorur Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê erdhejê Nacî Gorur li ser erdhejên ku rojane çêdibin axivî û got eger heye li parêzgeha Dêrsimê bi hêza 7 pileyan erdhej çêbibe.

Pisporê erdhejê Nacî Gorur îro li ser rojeva erdhejê axivî û hişyarî ji bo çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê da.

Nacî Gorur di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku li navçeya Pilemuriyê ya Dêrsimê tê çaverêkirin bi hêza 7 pileyan erdhej çêbibe û divê li gorî vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Gorur behsa erdheja doh a li navçeya Pilemuriyê kir û got:

“Xeta fayê ya Yedisuyê ku di navbera Çewlîg û Erzinganê de ye dişikê.

Ji ber ku ew fay herî dawî sala 1784an şikestibû û zêdeyî 7 pileyan erdhej çêbûbû.

Herwiha ji wê demê û heta niha erdhej çênebûye.”

Pisporê erdhejê ji bo çend parêzgehên Tirkiyeyê jî hişyarî da ku Stenbol di nav de ye.

Bi gotina wî li gorî mezinbûna erdhejan amadekarî nînin an jî kêm in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst