Li Semsûrê erd hejiya

1 demjimêr berê
Nîşan Semsûr Cêlikan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cêlikanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro berê sibehê jî li Semsûrê erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej li navçeya Cêlikanê saet 03:22yan çêbûye.

AFADê da zanîn ku hêza erdhejê 4 pile bûye.

AFADê her wiha destnîşan kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Meletî jî hejiyabû

Divê were gotin ku saet 01:38an li Navçeya Şîroyê ya Meletiya Bakurê Kurdistanê jî erd hejiyabû.

AFADê diyar kir ku mezinahiya vê erdhejê 4,4 pile û kûrahiya wê 9,58 kîlometre bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst