Serok Barzanî ji malbatên qurbaniyên Kerkûkê re: Xwîna wan ezîzan li ber avê naçe

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê malbatên şehîd û birîndarên xwepêşandanên vê dawiyê yên Kerkûkê pêşwazî kirin.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, “Di hevdîtinê de Serok Barzanî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û ji birîndaran re silametî xwest."

Tekezî li ser wê yekê kir ku xwîna wan ezîzan li ber avê naçe û divê tawanbar cezaya yasayî wergirin.”

Serok Mesûd Barzanî anî ziman:

“Xwîna wan şehîdan û dengê wan ê nerazîbûnê ji her kesî re peyameke zelal bû ku Kurd miletekî zindî û hişyar e.

Divê dawî li zilm û neheqiya ku li welatiyên Kurd ên li Kerkûkê tê kirin, bê anîn.”

"Kerkûk ji bo her Kurdî semboleke mezin e"

Serok Mesûd Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Berdewamiya rewşa nexwezayî ya Kerkûkê nayê wê wateyê ku em dev ji nasnameya Kerkûkê berdidin, ji ber ku Kerkûk ji bo her takekesekî Kurd semboleke mezin e.

Divê Kerkûk ji bo her kesî be û bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekîtiyê. Prsgirêkên ku niha hene bi tundiyê çareser nabin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê zimanê aqil û mantiqê were bikaranîn.”

27ê Tebaxa 2023yan hinek Tirkmen û Ereban hefteyekê rêya sereke ya bi Kerkûk-Hewlêrê girt.

Ew li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûn ku niha Navenda Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê ye.

Roja 2yê Îlona 2023yan hejmarek welatiyên Kurd li bajarê Kerkûkê xwepêşandan kirinç

Di encama xwepêşandanan de 4 xwepêşander şehîd ketin û 16 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst