YBŞyê nasnameya 3 şervanan eşkere kir

18-09-2023
Nîşan Tirkiye Bombebaran YBŞ Şingal Şervan Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şingalê, di encama êrişa Tirkiyeyê de 3 şervanên YBŞyê canê xwe ji dest dabû.

YBŞyê nasnameya wan her sê şervanan eşkere kir.

Droneke artêşa Tirkiyeyê duh seet 13:50î li Komelgeha Serdeştê ya Şingalê otomobîleke leşkerî bombebaran kiribû.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser bombebaranê daxuyaniyek da.

Her sê şervan jî fermandar in

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 3 şervanên canê xwe ji dest daye fermandar in.

YBŞyê di daxuyaniya xwe de wêne û zanyariyên wan her sê şervanan jî belav kirin.

Li gorî daxuyaniya YBŞyê şervanên ku jiyana xwe ji dest daye ev in:

- Xalid Reşo Qasimê bi nasnav Dîndar Avesta, 26 salî bûye

- Raîd Hecî Ferhoyê bi nasnav Pîran Pîr, 27 salî bûye

- Kemal Îlyas Biro Eliyê bi nasnav Çiya Feqîr, 32 salî bûye

Heriha YBŞyê diyar kir ku her sê şervan jî ji Şingalê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst