Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kir

18-09-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevalier Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê yê Îraqê Eric Chevalier, doh li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de “pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de” hatin guftûgokirin.

“Divê pirsgirêk li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan mijara budceyê aniye rojevê û wan diyar kiriye ku divê pirsgirêk li gorî destûra bingehîn û bi awayekî mayînde werin çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Eric Chevalier herwiha amaje pê kir ku divê çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya her du aliyan de be.

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Fransayê yê Îraqê de, mijarên wekî “pêşvebirina pêwendiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê yên bi Fransayê re û berfirehkirina hevkariyan” jî hatin guftûgokirin.

Li aliyê din, di hevdîtinê de rola Fransayê ya li Îraqê hat nirxandin û behsa rûdanên girîng ên li herêmê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst