4 malbatên Efrînî di navbera Hewlêr-Silêmaniyê de asê mane

18-09-2023
Helebja Sadon
4 malbatên Efrînî di navbera Hewlêr-Silêmaniyê de asê mane / Wêne: Rûdaw
4 malbatên Efrînî di navbera Hewlêr-Silêmaniyê de asê mane / Wêne: Rûdaw
Nîşan Efrîn Malbatên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar malbatên Efrînî 2 roj in navbera Hewlêr-Silêmaniyê asê mane.

Çar malbatên Kurd ên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê koçberî Bakurê Kurdistanê bûbûn.

Piştî erdheja 6 şibata îsal li Mereşê bê cih û war mabûn.

Malbatên Kurd biryarê didin bên Herêma Kurdistanê.

Ne kampên Silêmaniyê wan qebûl dikin ne jî dikarin derbasî Hewlêrê bibin.

3 sal berê ev her çar mal ji Cindirêsê koçberî parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bûbûn.

Piştî erdheja 6ê Sibatê rewşa wan têk çû û wan biryar da bên Herêma Kurdistanê.

Lê ev 2 roj in li ser rêya Hewlêr-Silêmanîyê asê mane.

“Em li vir asê mane”

Hena Adil Eloyê got, "Dema em hatin Herêma Kurdistanê, em birin Kampa Erbedê û em 2 rojan li wir man.

Piştre em veguhestin Hewlêrê û em li ser rê asê mane.

Rêbend me derbas nake û em li vir asê mane."

Ev malbat bi qaçaxî ji Bakurê Kurdistanê çûn Rojhilatê Kurdistanê û ji wê derê jî derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Nêzîkî hefteyekê di rê de mabûn. 20 kes in û di nav wan de 7 zarok jî hene.

Yê herî biçûkê wan Mihemedê 2 mehî ye ku li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ji germa û birçîbûnê hewandina wî nabe.

“Zarokên me ji germa ranazin”

Mewlîda Mihemed Silêmanê wiha anî ziman, "Heta 6ê sibehê jî ez ji ber germê ranezame.

Zarokên me ji germa ranazin û pêwîstiya me bi hemû tiştî heye."

Ev malbat li nêzîkî gundê Bawqubî Biçûkê yê qezaya Koyê ne.

Di navbera rêbenda Dêgela û Topzawayê de asê mane.

2 roj in bê xwarin û vexwarin in û li saya nanê xêrxwazan dijîn.

“Zarokên me nexweş ketine”

Fîdan Silêmanê diyar kir, "Kalekî nêzîkî me, nan û av ji bo me anîn û me rewşa xwe pê qedand lê rewşa van zarokên me xirab e. Zarokên me nexweş ketine."

“Keçikên me ditirsin”

Rehîma Îsmaîlê got, "Em dixwazin berê me bidin kampekê. Em li cadeyan dimînin û keçikên me ditirsin."

3 sal in ev malbat ji cihekî ber bi cihekî din ve derbeder in.

Li Efrînê bûn armanca hêzên çekdar, li Bakurê Kurdistanê bûn armanca ardhejê.

Li Herêma Kurdistanê di navbera du bajaran de asê mane û çarenivîsa wan bi qebûlkirina aliyekî ve girêdayî maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst