Li Amedê pevçûna malbatan: 3 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê du malbat pev çûn.

Di pevçûnê de 3 kes hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Bûyer li taxa Dumlupinarê ya navçeya Bismilê ya Amedê çêbû.

Li gorî zanyariyan, di navbera malbatên Tekîn û Gumurcu de ku pêştir di navbera wan de alozî hebû nîqaş derket.

Piştî demekê her du malbatan bi çekan gule li hev reşandin.

Di pevçûnê de 3 kes hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan kesê birîndar rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Hat ragihandin ku rewşa kesê birîndar giran e.

Li aliyê din hêzên ewlehiyê jî li hemberî derketina pevçûn û aloziyên nû li taxê tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Herwiha hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.