Hewlêr (Rûdaw) - Li balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqînek çêbû.
Hat zanîn ku di bûyerê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê ya Pêşmerge şehîd ketine û 3 jî birîndar bûne.
Çavkaniyên Rêveberiya Asayîşê ya Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand ku li balafirgeha li navçeya Erbetê teqînek çêbûye.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di teqînê de 3 endamên Yekîneya Dijî Terorê 3 kes şehî ketine û 3 kes jî birîndar bûne.
Herwiha hat ragihandin ku birîndar birine Nexweşxaneya Pêşmergeyê ya Silêmaniyê.
Nûçegihanê Rûdawê Nizar Caza çû balafirgehê û got ku ji ber teqînê kabîneyek bi temamî hilweşiyaye.
Heta niha nayê zanîn bê ma sedema teqînê êrişeke dronî ye yan tiştek din e.
Di dîmenên ewil ên ku gihîştine destê Rûdawê de tê dîtin ku li balafirgehê dûman bilind dibe.
Li aliyê din, welatiyên li derdorê ragihand ku wan dengê teqîneke bihêz bihîstiye.
Li balafirgeha li navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqîn çêbû.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 18, 2023
Li gorî zanyariyên destpêkê 6 kesan canê xwe ji dest daye. pic.twitter.com/q6cKTZKXU7
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse