Li Mêrdînê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin, zarokekî 4 salî jî birîndar bû

18-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qoser Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da û zarokekî 4 salî jî birîndar bû.

Li Qoserê kesekî bi çekê êrişî Necmettîn Atizê 31 salî kir.

Di encama êrişê de Necmettîn Atiz canê xwe ji dest da û zarokekî li kolanê jî ji lingê xwe birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, êrişkar 10 gule li Necmettîn Atiz reşandin û piştre ji cihê bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Necmettîn Atiz rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst