Li Amedê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

18-09-2023
Nîşan Amed Erxenî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encam de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Li nêzîkî gundê Tirwaqiyê yê Erxeniyê, li ser rêya Erxenî-Amedê, otomobîla ku şofêrê wê S.A. bû ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêr S.A., M.K. û M.K. yên di otomobîlê de canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman termên her sê kesan veguhestin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst