CHP: Desthilat li rojhilat bi awayekî û li rojava bi awayekî din diaxife

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan CHP AKP Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke CHPê serdana parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê û serokê şandê li ser destpêkirina lêpirsînê derbarê endamekî Encûmena Navendî ya CHPê de ji ber bikaranîna gotina “Kurdistan” rexne li desthilata Tirkiyê girtin.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek îro Yekşemê 18ê Îlona 2022an bi Endamê Encûmena CHPê Umit Akdogan û Cîgira Serokê Şaxa Jinan a CHPê Ayten Gulsever re li ser amadekariyên hilbijartinê û asayîşa sindoqên dengdanê de serdana Dêrsimê kir.

Şanda CHPê bi Parlamenterê CHPê yê Dêrsimê Polat Şaroglu û Serokê Rêxistina CHPê Ali Mustafa Çelik re serdana dikandaran kirin û piştre li baregahê CHPê ligel welatiyan civiyan.

Muharrem Erkek amaje bi wê yekê da ku li cihên desthilat ji hev neyên cudakirin, dadmendî û yasa nabe û got, piştî hatina ser desthilatê dadmendî û yasayan misoger dikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê di daxuyaniyeke taybet de bo Rûdawê, li ser destpêkirina lêpirsînê derbarê Endamê Encûmena Navendî ya CHPê Newaf Bilek û tohmetbarkirina wî ji ber daxuyaniyekê ku ji Rûdawê re gotibû, “Amed bajarekî dîrokî û girîng e li Kurdistana Tirkiyê” rexneyên dijwar li desthilatê girtin û got, “Desthilat bo têkşikandina yekrêziya opozisyonê kar dike û li rojhilatê Tirkiyê bi awayekî û li rojavayê Tirkiyê jî bi awayekî din diaxifin.”

Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek anî ziman, “Dema li desthilatê dinêrin, li rojhilat bi awayekî diaxife û li rojava bi awayekî din diaxife, lê em wek CHPê axaftin û nerînên serokê giştî, berdevk û wekîlên serokê fraksyona me partiyê girêdidin. Bi taybetî ez vê yekê bînim ziman, ew hewl didin û hemû tiştekî dikin ji bo yekrêziya opozisyonê têk bişkînin daku maseya şeş partiyan û Hevpeymaniya Millet têk bidin, lê êdî ew nikarin wê yekê bikin, ji ber ev xebat xebateke bo demokrasî, wekhevî, azadî û dadmendiyê. Em hemû bi hev re bingehê siberoja Tirkiyê dideynin. 85 milyon bi hev re û ji bo wê armancê bi biryar gavan diavêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst