Şandeke rewşenbîr û siyasetvanên Efrînê dê bi Konsulê Filîstînê re bicive

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Konsulê Filîstînê Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke ji kesayet, rewşenbîr û siyasetvanên Efrînî yên li Herêma Kurdistanê dê îro Yekşemê bi Konsulê Filîstînê li Hewlêrê re bicive.

Kesayetî û rewşenbîrê xelkê Efrînê Zekeriya Huserî ji Rûdawê re ragihand, li ser daxwaza Konsulê Filîstînê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî, îro şandeke kesayet, rewşenbîr û siyasetvanên xelkê Efrînê bi wî re bicive û wê çawaniya rawestandina avakirina komelgehan li Efrînê bi navê hinek komelgehên Filîstînê gotûbêj bikin.

 Zekeriya Huserî ji Rûdawê re got, ev civîn wê weke encamekê be ji civîna wan a berê, piştî ku wan name û belgeyên xwe radestî Konsulê Filîstînê kirin.

Hat diyarkirin ku civîn dê di demjimêr 13.30an de were kirin û şande Lêkoler Zekeriya Huserî weke serokê şandeyê, Mihemed Receb, Mihemed Hemo, Tariq Xêrikî, Ebdo Hebeş, Ebdulrehman Camo û Ednan Murad pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst