Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di xwepêşandanên Seqizê de 4 kes birîndar bûn û kesekî jî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, duh di xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî de li Seqiz û Sine yên Rojhilatê Kurdistanê 4 kes birîndar bûn û kesekî jî canê xwe ji dest da û anî ziman, “Li Tehranê 15 kes û li Rojhilatê Kurdistanê jî hejmareke zêde ya xwepêşander û çalakvan hatine girtin.”

Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê Bahoz Hozebrî îro Yekşemê 18ê Îlona 2022an bû mêvanê bultena Rûdawê û li ser rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê axivî.

Cenazeya keça Kurd Jîna Emînî ya ku bi hinceta “pêbendî biryara xwepêçanê nebûye” li Tehranê hatibû girtin û pişt re bi îşkenceya polîsên Îranê canê xwe ji dest dabû, roja Şemiyê 17ê Îlona 2022an bi merasîmeke girseyî û bi beşdariya bi hezaran kesan li Seqizê hatibû veşartin.

Piştî merasîmê beşdarên merasîma cenazeya Jîna Emînî çûn ber avahiya Qaymeqamiya Seqizê û dirûşmên li dijî desthilatê gotin û di navbera gel û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Hozebrî got, “Hêzên Ewlehiyê yên Îranê xwestin bêyî merasîmê cenazeya Jîna Emînî defn bikin lê bav û merivên wê bi vê razî nebûn û merasîm di demjimêr 10:00an de bi beşdariya girseyeke mezin a ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Goristana Seqizê birêve çû.”

Hozebrî diyar kir, “15 kes ku 5 ji wan jin in li ber Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê hatin desteserkirin. Yek ji wan Zanyar Mihemednejad ê 24 salî yê xelkê Sineyê ye, ya din jî Leyla Mîrxefarî ye.”

Bahoz Hozebrî li ser xwepêşanderên ku hatine desteserkirin got, “Li Rojhilatê Kurdistanê bi destpêkirina xwepêşandanên li Seqiz û Sineyê, gelek kes hatin girtin ku heta niha nasnameya wan nediyar e û agahî bi dest me ketine ku hêzên ewlehiyê avêtine ser malên çalakvanan.”

Berovajiyê amarên Cîgirê Parêzgarê Sineyê ku gotibû tenê 2 xwepêşander birîndar bûn Bahoz Hozebrî anî ziman, “4 kes birîndar bûne û nasnameya sêyan ji wan eşkere bûye; Mahrû Hîdayetpûr, Emîr Abdî û Parsa Sîhete. Kesekî bi navê Kiyan Direxşanî yê giran birîndar bibû, piştî ku rakirin nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin. Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da.