'Li welatên Balkanan zarokên penaber tûşî tundî û destdirêjiyê dibin'

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan Welatên Balkanan Save the Children Zarokên Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Save the Children, zarokên penaber ên ku bi rêya Balkanan hewl didin derbasî welatên Ewropayê bibin, di rêya penaberiyê de gelek caran rastî tundiya fîzîkî û destdirêjiya zayendî tên. Rêxistina Save the Children ji vê rewşê Yekîtiya Ewropayê weke berpirsiyar dide zanîn.

"Lêdan, îstîsmara zayendî û kedxwarî: Zarokên penaber ên li ser rêya Balkanan bi tundûtûjiyeke mezinan re rû bi rû dimînin." Ev tespîtên di rapora ku ji aliyê Rêxistina Save the Children ve hatiye amadekirin de ne. Li gorî raporê, zarokên penaber di rêya xwe ya li Balkanan de li ber bext û wijdana polîs, qaçaxçiyên mirovan û biyaniyan mane.

Li gor raporê Sedema sereke ya vê serederiya dijmirovî, polîtîkaya astengkirin û îzolekirina penaberan e ku ji aliyê Yekîtiya Ewropa û welatên herêmê ve tê meşandin.

Di raporê de tê gotin ku ji sê parên hemû penaber û koçberên ber bi Ewropayê ve diçinên yek ji zarokan pêk tê. Rêjeyek girîng a van zarokan di rêya Balkanan re ji welatên wekî Yunanistan, Bulgaristan, Sirbistan û Bosna Hersekê derbas dibin. Tenê di sala 2015an de nêzî nîv milyon penaber û koçber ji welatên li ser rêya Balkanan re derbas bûne.

Zanyariyên di raporê de dispêre hevpeyivînên berfireh ên ligel 48 zarokên di navbera 13 û 19 saliyê de ku bi navgîniya çar salan bi qaçaxî li welatên weke Sirbîstan û Bosna Hersekê dijîn.

Bi gotina zarokan tundiya ku herî zêde ew tuş bûne, tundiya fizîkî ya cerdevanên sînor e.

Zarokên rêxistina navborî ligel wan hevpeyvîn kirine, didin zanîn ku ew gelek caran hatine tazîkirin, di sermayê de hatine hiştin, şoka elektrîkê dane wan û bi daran li wan xistine û gelek caran jî birînên fizîkî yên cidî mîna hestişikestinê çêbûne.

Gelek zarok jî rastî tundiya ji aliya qaçaxçiyan ve hatine.

Ji sê parên du zarokan jî diyar kirin ku ew bûne şahidê we yekê ku zarokên derdora rastî îstîsmara zayendî bûne.

Hate diyarkirin ku bi taybetî zarokên penaber ên bêkes di bin xeteriya tundiyê de ne.

Gelek ji wan neçar in ku li derve razin an di avahiyên wêranbûyî de bi mezinên biyanî re di xetereya tundiya laşî an destdirêjiya cinsî de bijîn. Hate ragihandin ku ji keçan zêdetir zarokên kur rastî bûyerên tundî û îstîsmara zayendê tên û gelek zarok û ciwan bi bikaranîna alkol û madeyên hişber hewl didin we rewşê derbas bikin. Di nav van ciwanan de jî gelek hewlên xwekuştinê dikin an zerarê didin.

Save the Children di serî de Yekîtiya Ewropayê ji rewşê berpisiyar dide zanîn.

Rêvebira rêxistinê Ylva Sperling got: "Ji ber ku Ewropa dixwaze kesên tê poşman bike,  lewma zarokên penaber rastî tundiya ji aliyê polîs û parêzvanên sînor ve tên.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst