Li Wanê di ‘Roja Paqijiyê ya Cîhanî’ de bal kişandin ser paqijiyê
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehe Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi boneya 17ê Îlonê “Roja Paqijiyê ya Cîhanî” hejmareke endamên sazî û rêxiastinên li wî bajarî û hejmarek xwendekar û çalakvanan gilêşên derdora gola Wanê û kelha Urartuyê kom kirin.
Şaredariya Payîzava bi armanca balê bikişîne ser paqijiyê çalakiyek saz kir û Endamên Encûmena Şaredariyê, berpirs û xebatkarên şaredariyê û endamên navenda ciwaniyê beşdar bûn û derdora Kelha Urartuyê li navçeyê paqij kirin.
Şaredar Hayrullah Taniş got ku ew dixwazin di Roja Paqijiyê ya Cîhanî de balê bikşînin ser paqijiyê û bi vê armancê xebateke wiha kirin.
Li navenda navçeyê jî paqijî hat kirin û paşê herkes belav bû.
Di heman demê de endamên sazî û rêxiastinên Wanê bajar û xwendekaran gilêşên derdora gola Wanê kom kirin.
Çalakvanan bi wê çalakiyê xwestin, bala xelkê bikişînin ser parastin û paqij ragirtina wê golê.
Gelek caran jîngeparêz û xwebexş, ji bo parastina gola Wanê û jîngeha çalakiyên bi vî awayî lidar dixin.