Li Rihayê rêveberekî dibistanê di çemê Firatê de xeniqî

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Riha Mamoste Xeniqîn Mehmet Altintas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve rêveberê dibistanekî ku bi armanca girtina masiyan ketibû çemê Firatê, xeniqî.

Li gor zanyariyan rêveberê dibistaneke amadehiyê ya navçeya Siwêregê Mehmet Altintas ku bavê 4 zarokan bû, duh bi şev 17ê Îlona 2022an bi armanca girtina masiyan ligel hevalên xwe çû ser çemê Firatê.

Li gor zanyariyan piştî demekê di nav çem de hevsengiya xwe ji dest daye, ber bi pêlên ava çem ketiye û winda bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina Mehmet Altintas dest bi kar û xebatan kirin, lê tevî xebatên lêgerînê nehat dîtin.

Îro di demjimêrên sibehê de careke din karûxebatên lêgerînê ji bo dîtina mamosteyê navborî hatin destpêkirin û termê wî ji 6 metre kurahiya çem de hat derxistin.

Hat ragihandin ku termê wî ji bo karûbarên otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrege.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst