Di Roja Cîhanî ya Paqijiyê de peravên Gola Wanê hatine pakkirin

18-09-2022
RÛDAW
Nîşan Gola Wanê Roja Cîhanî ya Paqijiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Roja Cîhanî ya Paqijiyê de derdora Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê hat pakkirin û çopên heyî hat komkirin.

Di Roja Cîhanî ya Paqijiyê de 17ê Îlonê, gelek endamên saziyên bajêr, xwendevanên Zankoya Yuzuncu Yil ya Wanê û xwebexşan li derdora Gola Wanê ya gola herî mezin a Kurdistanê ye, gelaş komkirin.

Rêxistinan û xwebexşan bi vê çalakiyê xwestin balê bikişînin ser parastin û pakgirtina Gola Wanê.

Gelek caran ji aliyê jîngeparêzan û xwebexşan ve ji bo parastina Gola Wanê û jîngeha vê parêzgehê çalakiyên bi vî awayî tên lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst