Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im hilbijartin dûrî sextekarî birêve biçe

18-09-2021
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Viola von Cramon Yekîtiya Ewropa Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon civiyan û di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî hêviya vê yekê xwest ku prosesa hilbijartinê bi awayeke aram bidûr ji sextekariyan were birêvebirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 18ê Îlona 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê Viola von Cramon û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Viola von Cramon behsa kar, çalakî û erkên şandeyê kir û got ku armanca wan çavdêrîkirina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ye.

Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa bo Çavdêrîkirina Hilbijartina Iraqê herwiha tekez kir ku, erkê wan tenê çavdêrîkirin e, û ew destêwerdanê di birêveçûna proseya hilbijartinê de nakin.

Mesrûr Barzanî jî rola Yekîtiya Ewropa di çavdêrîkirina hilbijartinan de bi girîng nirxand û hêvî xwast ku proseya hilbijartinên li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi awayekî aram û dadperwerane û dûr ji sextekarî û tundûtûjiyê birêve biçe, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Barzanî di heman demê de Amedehiya sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her hevkarî û hevahengiyeke pêwîst bi Şandeya Yekîtiya Ewropa re nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst