Xalid Şivanî weke berpirsê dosyeya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê hat destnîşankirin

18-09-2019
RÛDAW
Nîşan Xalid Şivanî Kurdistan Hewlêr Bexda Danûstandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gotûbêjên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de berdewam dikin û Xalid Şivanî jî weke berpirsê dosyeya danûstandinên li gelBexdayê hat destnîşankirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî, Xalid Şivanî, bo birêvebirina dosyeya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, destnîşan kir.

Îro di kombûna Encûmena Wezîran de, bi fermana Serowezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Xalid Şivanî, weke berpirsê dosyeya danûstandinan a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat destnîşankirin.

Xalid Şivanî ji Rûdawê re ragihand ku ew dê hewl bide kêşe û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de çareser bike.

Li gel nêzîkbûna gotûbêjên, projeyasaya budceya 2020an a Iraqê, ev çend roj in guftûgoyên germ di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatine û di wê çarçoveyê de, roja Sêşemê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, serdana Hewlêrê kir û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kom bû û îro jî li Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî  û şanda Parlamentoya Kurdistanê kom bû û biryare serdana aliyên siyasî jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst