Li Qeladizê tîmeke pizîşkî ya biyanî hat desteserkirin

18-09-2018
RÛDAW
Nîşan Qeladiz Tîm Pizîşk Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) ­– Polîsê Raperîn ragihand ku tîmeke pizîşkî li ser fermana dadger hat desteserkirin ku li ser navê dêrê bi mebesta karê xêrxwaziyê hatine Kurdistanê.

 

Polîsê Raperîn bi daxuyaniyekê ragihand ku roja duşemê li Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tîmeke pizîşkî ya biyanî bi fermana dadger hat desteserkirin, ku li gor daxuyaniyê "li ser navê dêrê bi mebesta karê xêrxwaziyê hatine Kurdistanê û du roj in li Herêma Kurdistanê ne".

 

Tîma pizîşkî ji 15 kesan pêk hatiye, di nav wan de 8 jin hene. Ji wê tîmê 8 kes ji welatê Misrê, 6 kes ji welatê Swêd, kesekî jî ji welatê Fînlandayê ye. Temenên wan di navbera 20 û 50 salî de ne.

 

Li gor daxuyaniya polîs "li cem wê tîma pizîşkî kelûpelên tendirustiyê yên ku dema bikaranîna wan xilas bûye, hatiye girtin. Piştî lêkolînan derket holê ku %95ê wan kelûpelên tendirustiyê ku li cem wan bûn, ji depoyên dermanan ên li Hewlêr û Qeladizê bi fatûre kirîne, tevî kelûpelan du otomobîlên ji cureya mînîbus hatin destbiserdekirin".

 

Polîsê Raperîn diyar dike ku serperiştyarê tîmê ragihandiye ku wan bi rizamendiya Rêveberiya Nexweşxaneya Giştî ya Qeladizê serdana nexweşxaneyê kirine.

 

Di nav wan kesên desteserkirî de welatiyekî Kurd jî heye ku alîkariya tîmê kiriye û niştecihê taxa Raperîn a Qeladizê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst