Mele Bextiyar: Berhem Salih vegere nav YNKê dê bibe yek ji berbijêrê me

Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Desteya Kargêrî ya YNKê Mele Bextiyar ragihand, eger Berhem Salih vegere nav rêzên partiya wan dê bibe yek ji berbijêrê YNKê yê serokomariya Iraqê.

 

Piştî civîna li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk, Mele Bextiyar di civîneke çapemeniyê de got: “Heta niha ji aliyê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî ve biryareke fermî derbarê vegera Berhem Salih bo nav YNKê de derneketiye. Çi dema biryara fermî derket û Berhem Salih vegeriya hingî dibe yek ji berbijêrên YNKê bo serokomariya Iraqê.”

 

Mela Bextiyar derbarê namzedên partiya xwe yên serokomariyê de got: “Jixwe we bihîstine ka berbijêr kî ne, Encûmena Serkirdetiya YNKê dê sube yan dusube bicive û vê mijarê yekalî bike.”

 

Li ser pirsa; Gelo Berhem Salih vegere tu dê xwe vekişî? “Mele Bextiyar diyar kir: “Ew mafê min e û ez ê tenê bi baweriya xwe biyarê bidim.”

 

Ji aliyê din ve Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk jî derbarê avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de axivî û got: “Ji bo avakirina hikûmeteke bihêz kar pêş ve diçin. Bawerî gelek in ku di çend rojên pêş de biryarên giring werin stendin. Ew jî biryara serkirdeyên Iraqê û yên Kurdistanê ye.”

 

Derbarê peywendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê de McGurk anî ziman ku peywendiyên herdu aliyan dîrokî ne û dê hertim berdewam bin.