KEX: Xewna Ehmedê Xanî xewna hemû Kurdan e!

Hewlêr (Rûdaw) – Komeleya Ehmedê Xanî (KEX) ya li Bakurê Kurdistanê tevî 10 hezar belavokan piştgiriyê dide giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê.


Serokê Komeleya Ehmedê Xanî li Rihayê Mihemed Emîn Demîr ji Rûdawê re axifî û got, “Em dê 10 hezar belavokan li 10 navendên Başûrê Kurdistanê belav bikin da ku xewna Ehmedê Xanî bibe xewna hemû Kurdan.”

 

Di belavokê de hatiye nivîsîn ku ‘Doza serxwebûnê doza me hemû Kurdan e. Ne doza kes, rêxistin û partiyan e. Pêwîst e li doza serbixweyiyê xwedî derbikeve. Di 25ê Îlonê de ne tenê qedera Başûr dê qedera hemû Kurdan were encamdan. Ji bo Mahabad, Helebçe, Roboskî, Kobanî, Şingal, dubare nebe bijî serbixweyî.’

 

Komelayê îro li Zaxoyê dest bi çalakiya xwe kir û ew dê meşa xwe ber bi Duhok, Şêxan, Akrê, Soran, Hewlêr, Kerkûk, Çemçemal, Silêmanî û Helebçeyê ve berdewam bike.

 

Komeleya Ehmedî Xanî berî niha nameyek  ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandibû û tê de diyar kiribû ew bi awayekî çalakane piştgiriyê didin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê.

 

Herwiha Serokê KEXê bi bîr xist ku Xewna Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî avabûna dewleta Kurdistanê bû û got, “Ev xewna me hemû Kurdan e, me jî wekî komela xwest ku di vê pêvajoya avakirina dewletê de keda me jî hebe”